http://www.moonstar34green.tr.gg - 99 NAVE XWEDE TEALA

  EZ MISLIMANIM BİJİ İSLAME
  HUN BİXER HATİN ZİYARETVAN
  KURDİ MESNEWİYA NURIYE
  PEYVA BİST U SİSEYAN
  RAGİHANDİN TİRKİ KURDİ
  OTTOMAN - DİROKİ OSMANİ
  DESTPEK İSLAME
  ROBERT WILLIAMS MUSIC BOX ITALY
  KURDİSH İLAHİ BİJİ İSLAME
  BİJİ İSLAME EZ MISLIMANIM
  QURANA PİROZ Bİ DENGE KURDİ
  XUREK WWARİN HALAL
  BİJİ MEKTEBE İRFAN
  ŞEV U ROJEN DİNİ İSLAME
  ALEME EREBİ ZAZAKİ ENSİKLOPEDİA
  ZAZAKİ ENSİKLOPEDİA XOSERE
  ONLİNE KURANI KERİM
  HUN BİXER HATİN _RADYO
  HUN BİXER HATİN _FORUM
  BAWERİYA Bİ PEYXEMBERAN
  İSLAM GREEN34
  ERKA KU Bİ MİRİNE VE DİQEDE
  99 NAVE XWEDE TEALA
  XUTBA _XATİR _XWESTİNE
  DESTPEK TEFSÎRA SÛRETÊ FATÎHE
  MEKTUBO HEWTIN
  WEFAKARÎ HEZKIRINÎ
  BIJI PALESTINE EZ MISLIMANIM
  XWEŞRU JİYANE _ İSLAME
  BEDEW RİND XWEŞİK _İSLAME
  LENERİNA JİYANE __ DİNYA GERDUN İSLAME
  ISLAM MENGIKUT NEGARA
  MUSLIM XWEŞRU _ JİYANE __İSLAME
  INW WORLD GROUP
  DİROKİ OSMANİ BİJİ İSLAME
  BİJİ İSLAME BİJİ OSMANİ







ESMA-ÛL HUSNA (99 NAVÊ XWEDÊ TEALA)



Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navê herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Heşr-24) 

 Navê herî rind ên Xweda ne. Ji wî ra bi van navan dûa bikin. (A’raf,180)

Pêxember (A.S) kerem dike: “Nod û neh (99) navê Xwedê Teala hene. Ki evanan jiber bike ew diçe cinnetê. (Buharî  û Muslîm)

 


 ALLAH: Hemu sifatan zeft dike û navê wî yê herî mezin e (Îsmê âzam)


Er- REHMÂN: Ewê pirr bi merhamet  û rehm e.

 

 Er- REHÎM: Ewê pirr bi merhamet  û rehm e.


El- MELÎK: Xwedîyê hemu qâînatê ye û hukumdarekî mutlaq e.


 El- QUDDÛS: Ji xeletîyê, xefletê, acizîyê û hemu kêmasîyan dûr û berî ye. Pak û paqij e.

 

Es- SELÂM: Evdê xwe derdixîne silametê. Ewê di cinnetê de silavê dide evdê xwe yên     bextîyar 


El- MU'MÎN: Ewê di dilan de şewq /şewla bawerîyê hişyar dike û ên xwe dispêrin wî disitirîne û diparêze.

 

El- MÛHEYMÎN: Ewê diparêze û ditelîne

 

El- ‘EZÎZ: Ewê mexlubîyeta wî ne mumkune, tim serkeftî û xalib e.          

 

El- CEBBÂR: Ewê kêmasîyan temam dike. Tiştê ku dixwaze bizorê dike muxtedîr e.


El- MÜTEKEBBÎR: Di her tiştî de û di her karî de mezinahîya xwe nîşan dide


El- XALÎQ: Ewê hemu hebunê û rewşê û bûyerê, kifş û tespît dike û hemuyan ji tunebunê çêdike.


El- BÂRÎÎ: Ewê eşya û wucuda her tiştî li hev tîne û wek hev dixuluqîne.

 

El- MÛSAWÎR: Taswîr dike û sûret û sifatan dide.


El- XAFFÂR: Mexfîreta wî zêde yê


 El- QEHHÂR: Li her tiştî, her tiştê ku dixwaze kare bike û hakim û xalibe

 

 El- WEHHÂB: Her nîmetî dewamî bexş dike.


 Er- REZZÂQ: Ewê rizqê mexluqat îhsanî wan dike.

 

 El- FETTÂH: Ewê her zor û zehmetê vedike û hêsan dike.

 

 El- A’LÎM: Bi her tiştî pirr baş zane

 

 El- QÂBÎD: Ewê dijdîne û teng dike.


 El- BÂSÎT: Vedike fireh dike.

 

 El- XÂFÎZ: Ewê ji jor dadixîne jêr nizim dike.


 Er- RÂFÎ’: Bilind dike, ber bi jor ve dike.

 

 El- MÛÎZZ: Ewê îzzetê û rûmetê dide, mêvandar e

 

 El- MÛZİLL: Dixîne zilletê û rezîl û riswa dike.

 

 Es- SEMÎ': Her tiştî dibihîse.


 El- BASÎR: Her tiştî dibîne.

 

 El- HEKEM: Hukum dide û heqqîyê tîne cî.


 El- ‘ADL: Pirr bi edalet e.  


 El- LETÎF: Ewê bi heqîqeta hemu karan baş dizane û evdê xwe digîhîjîne qencîyan

 

 El- XEBÎR: Bi nava her tiştî dizane û bi veşartî û dizîyan xeberdar e.

 

 El- HELÎM: Ewê hema ceza nade sucdaran. Mulayîm û nerm e û wextê dide evdê xwe. 


 El- ‘EZÎM: Pirr bi ezamet e.

 

 El- XEFÛR: Eff û mexfîreta wî pirr û zêde ye.

 

 Eş- ŞEKÛR: Berdêla qencîyên ku ji bo razayîya wî tê kirin, zêde zêde didê. 


 El- ‘ELÎY:  Bi îzzet û rûmet û hukumranîya xwe pirr bilind e.

 

 El- KEBÎR: Pirr mezin e, yê herî mezin e.


 El- HEFÎZ: Ewê hemu karê ku tê kirin, bi tefsîlata wî digre, her tiştî heta dema wî ya kifşkirî, ji bela û musîbetan diparêze muhafize dike

 

 El- MUQÎT: Qut û nifqê her maxluqatî didê


 El- HESÎB: Ewê di jîyana her kesê de bi tiştê ku kirîye dizane û bi hemu hesabê wî dizane. 

 

 El- CELÎL: Xwedî celalet û mezinahîyê ye.


 El- KERÎM: Lutf û kerema wî pirr fireh û zêde ye.

 

 Er-REQÎB: Ewê li ser hemu hebunê çavbend e û her tişt di bin qontrola wî da ye.


 El- MÛCÎB: Daxwza kesê ku jê re dûa û lavayî dike tîne cî.


 El- WASİ': Îlmê wî û rehmeta wî û ef û mexfîreta wî fireh e.

 

 El- HEKÎM: Hemu emrê wî û karê wî bi hukum û hîkmete.


 El- WEDUD: Ji evdê xwe pirr hiz dike û ji hizkirinê ra pirr layîq e.

 
 El- MECÎD: Bi nav û şanekî mezin û bilind e.


 El-BÂÎS: Mirîyan vedijîne û ji gorên wan dertîne.

 

 Eş- ŞEHÎD: Di hemu deman de û li her derê hazir û  nazir e.


 El- HEQ: Hebuna wî qe naguhere.  

 

 El- WEKÎL: Karê wan kesê ku jê ra tevekkul dike digîhîjîne aqubetek baş.)


 El- QEWÎY: Pirr bi hêz û quwet e.

 

 El- METÎN: Pirr saxlem û qewîn e.)


 El- WELÎ: Dostê evdê xwe yên qenc e.

 

 El- HEMÎD: Ji wî tenê ra hemd û sena tê kirin û bi zimanê hemu hebunê peznê wî tê kirin.


 El- MUHSÎ: Bi hejmara hemu tiştî yek bi yek dizane.

 

 El- MÛBDÎ: Hemu hebun bê mîsal û bê madde cara pêşîn xuluqandî ye.


 El- MÛ’ÎD: Ewê piştî ku hebun hemu tune kir, paşê ji nuhveda dixuluqîne.

 

 El- MÛHYÎ: Ewê can bexş dike û heyat û sihatê dide.


 El- MÛMÎT: Ewê mirina maxluqekî bi can dixuluqîne.

 

 El- HEY: Zînde, bi her tiştî dizane û bi her tiştî dikare.


 El- QEYYÛM: Bi erd û esmanan û her tiştî digre

 

 El- WÂCÎD: Daxwazê xwe çi wextê bixwaze dibîne.


 El- MÂCÎD: Qedr û şanê wî mezin e û kerem û qencîya wî zêde ye. 

 

 El- WAHÎD: Di zatê wî da û sifatê wî da û hukmê wî da û navê wî da tu şerîkê wî tune û tenê ye.


 Es- SAMED: Ewê hewceyan û tengîyan diborîne

 

 El- QÂDÎR: Ewê daxwaza xwe, dikare bîne cî

 

 El- MUQTEDÎR: Ewê li ser ên xwedî quwet û qudret li gor daxwaza xwe tasarufê dike

 

 El- MUQEDDİM: Ewê daxwaza xwe dixe pêşîyê û pêş da dibe.


 El- MU’EXXÎR: Ewê daxwaza xwe dawîyê da dihêle paş da dibe.

 

 El- EWWEL: Pêşîn e

 

 El- AXİR: Dawî ye.


 Ez- ZÂHİR: Eşkera ye, xuya ye.


 El- BÂTİN: Ji her tiştî veşartî ye. 

 

 El- WÂLİ: Ewê qaînatê û her tiştê hema diqewume îdare dike.

 

 El- MUTE’ÂLÎ: Ji het tiştê ku aqil di ber da diçe û ji her rewş û timtêlê bilindtir û mezintire.

 

 El- BERR: Ji bo evdê xwe tim hêsanî û rehetîyê dixwaze û qencîya wî zêde ye.

 

 Et- TEWÂB: Towbeyan qebul dike û gunehan effu dike.

 

 El- MÜNTEQÎM: Bi edaleta xwe sucdar musteheqê kîjan cezayî ye, wî cezayî didê. 

 

 El- ‘EFÛW: Pirr efukar e.

 

 Er- REÛF: Pirr litufkar û pirr bi rehm e.


 MALÎKU-L MULK: Ebedîyen xwedîyê mulk e.

 

   ZÛL CELÂL-Î WE’L İKRÂM: Him xwedîyê mezinahîyê ye û him jî, xwedî  fezl û kereme.


 El- MUQSÎT: Hemu karê xwe wek hev û di cî de çêdike.

 

  El- CÂMÎ': Çi bixwaze, li çi cîyî miraz kiribe dicivîne. 

 

 El- XENÎY: Pirr zengîn e û ne hewcîyê tu kesîye.

 

 El- MUXNÎ: Kî bixwaze wî zengîn dike.

 

 El- MÂNÎ': Ewê desturê nade ku tiştek biqewume.

 

 Ed- DÂRR: Ewê tiştê elem û kederê dide, dixuluqîne

 

 En- NÂFİ': Ewê tiştê bi xêr û nafetê dide mirov dixuluqîne

 

 En- NÛR:  Ewê nûra xwe dide aleman, hinek rûyan û hiş û dilan bi nûr dike.


 El- HÂDÎ: Ewê hîdayetê dide û evdê xwe tîne ser rêya rast.

 

 El- BEDİ': Ewê alêmên bê mîsal û ecêb çêdike.

 

 El- BÂQÎ: Dawîya hebuna wî nîne.


 El- WÂRÎS: Ewê hebuna wî dewamî ye û xwedîyê heyîna heqîqîye.

 

 Er- REŞÎD: Ewê hemu kar û kiryaran li gor textîra xwe ya ezelî dimeşîne û li ser nizam û hîkmetek rast digîhîne aqûbeta wî.

 

 Es- SEBÛR: Pirr bi sebir e.



 

                                                      

FİKRÎ AMEDÎ
Xweda ewe ku, Xaliq û Barî û Mussawîre û navê herî rind (Esma-ûl Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e.



Bugün 10 ziyaretçi (15 klik) kişi burdaydı!