|
http://www.moonstar34green.tr.gg - WEFAKARÎ HEZKIRINÎ
|
|
|
ÎNSANETÎ WEFAKARÎ HEZKIRINÎ
Jibo ku zarokên kurdan dînê xwe nas bikin, exlaqê xwe xweşik bikin me ev mijar bi vî şiklî amadekirîye. Hêvî heye ku bixwênin û jê ders bigrin. Navê vê mijarê:
XORTÊN WEFAKAR
Em wisa difikirin ku sê hevalin, navê yekî Îhsan e, yê diduyê Îslam e û yê sisîyê jî Îman e. Ev her sê xort lihev dicivin û di derbarî hinek mijaran de hevudû agahdar dikin da ku heqîqeta xwe; Dînê heq fêr bibin. De keremkin li wan guhdarî bikin.
ÎNSANETÎ WEFAKARÎ HEZKIRINÎ
(mirûet.. Wefa.. Hubb..)
Îhsan: Îslam..! Te çima ev her sê zarav jibo mijara xeberdana meyî îşev bijartin?
Îslam: Lewra Însanîyet, Wefakarî û Hezkirin ji bingehê bawerîya me ya ku em pê dijîn e. Ew jî bawerîya Îslamê ye.
Îman: Îslam! Mijarê ji me re hinekî fereh bike.
Îslam: Werin em bi hevre tişta di vê buyerê de bûyî digel Emîrul Mu'minîn Umerê kurê Xettab, hevalê Pêxember Ebu zerê Giffarî, ‘qisasê’ merivê kuştî; şivanê pez û bi lawên kuştî re bijîn, da ku mebesta min qenc rohnî bibe û sipehî were fêmkiri in.
Îhsan: Peyva ‘qisasê’ tê çi manayê.!!!
Îslam: Qisas; Bi rêya şerîetê sitandina heq e. Mînak: kesê merivekî biqesd bi kuje, ew jî ji aliyê fermandarîya dewletê ve, bi destura xwedîyê kuştî yê were kuştin, û kesê merivekî birindar bike ewê jî were birindarkirin. Ha! Qisas ev e.
Îman: De naxwe hîkayeta xwedîyên vê ‘qisas’ê çîye? Ji me re bibêje.
Îslam: Ev hîkayeta şivanekî ye ku pezê xwe li dora bexçeyê zilamekî de di çêrand, bê hemdê wî, hinek ji pezê wî kete nav bexçe û hinek zerer dane çandinîya wî. Xwedîyê zevîyê bi kel hat û çêrî şivên û pezê wî kir. Şivanê pez, rahişte kevirekî mezin û avête xwedîyê bexçe, kevir lê ket û hat kuştin.
Merivên li wir şivan girtin û birin cem Emîrul Mu’minîn Umerê kurê Xettab, û zaruyên merivê kuştî ji li wê derê hazir bûn û daxwaza qisasîyeta bavê xwe kirin.
Emîrul Mu’minîn, rapêşî şivên kir; ku ti bi kuştina vî zilamî tê ithamkirin û tu yê li ser vê yekê bê sizakirin, ti çi dibêjî.?
Şivanê pez, ev yek qebûl kir û li ser sizakirina xwe jî îtiraz nekir.
Lêbelê şivanê xort; ji Emîrul Mu’minîn destûr xwest ku jê re misade bikin da ku pezê xwe bigihîne ehlê xwe, lewra ehlê wî feqîr in, mihtacê bal wî pezî ve ne.
Emîrul Mu’minîn jê re got: Kî yê bibe kefîlê te ku tu yê li me vegerê? Birastî tu, bîyanîyê vî cihî yî, û tu kes te nasnake, malbat û welatê te jî nas nakin. Lazim e kefîlekî te hebê heta ku em destura te bidin.
Vê carê şivên li wan kesê li wê derê mêze kir, gelo kî wê bibê kefîlê wî? Çavê xwe li ser wan gerand û îşaretî bal zilamekî êxtîyar ku di rûyê wî de qencî û giramî xuya dibû, dikir û got: ha ev êxtîyarê ha yê bibê kefîlê min. Ku ew jî hevalê Pêxember; Ebuzerê Giffarî bû.
Hz. Umer ev rewş rapêşî Ebuzer kir. Ebuzer yekser/ bê îtîraz qebûlkir. Hinga Emîrul Mu’minîn destûra şivên da ku pezê xwe bibe ji ehlê xwe re û ev tişta ku qewimîye ji wan re bibêje û di peyre vegere da ku qisasîyet li serê werê înfazkirin.
Emîrul Mu’minîn jê re sê roj muhlet danî bû.
Di roja sisîya de roj li ber ava ye û ti pêjin ji vî şivanê xort nehat. Naxwe pêwist e ku qisasîyet ji kefîlê wî; Ebuzer bê sitandin. Heçîka kefîle, herwekî ku Îslamê bi me daye nasîn, xarim e.
Îman: Maneya vê hevoka; ku «kefîl xarim e» çî ye?
Îslam: Kesê ji yekî re bibe kefîl, û yê ku jê re kefalet hatî kirin wefakarî nekir, hinga kefîl, ji pêkanîna kefaletê berpirsîyar e.
Îman: Hetta jiyana wî jî bît?
Îslam: Ferq nake, çi dema tu bibê kefîl, ti barhilgirê kefaletêyî, ew çi dibe bera bibe.
Îhsan: Ji kerema xwe re vê qisetê timam bike.
Îslam: Belê.
Di esnayê ku sehabîyê qedirbilind ji bo înfazê cihê xwe girt û cellad jî ji bo kuştina wî xwe hazir dikir, di wê gavê de zilamekî qîrîn kir.. Bisekinin.! Ez zilamekî ku bi alîyê me ve tê dibînim, hêvî heye ku ew şivan bê. Tevê wan însanan bi alîyê ku toz jê radibe ve di meyzandin û dia dikirin ku ewê ku tê şivan bi xwe bê da ku hevalê pêxember ji wê kuştina bi xeyn ji kefîltîyê pêve ku tu gunahê wî tinebû, xilas bibê. Gelek derbas nebû dîtin; ewê ku tê, ew şivanê ku yê qisas jê were hilanîn, bixwe ye. Tê, lêbelê ji helebeza, bêmefer bûye, çawa gihişte cihî înfazê ji bêtaqetî liser erdê velizîya. Di wê gavê de misilman bi xilasbûna sehabîyê Pêxember; Ebuzerê Giffarî kêfxweş bûn.
Emîrulmu’minin li dora xwe mêzekir û piştî aramî kete nêv wan insanê li wir û bêhna şivên hate ber wî hêza xwe di xwe de civand û piştî daketina Ebuzer ji cihê înfazê, şivên cihê xwe liber infazê girt, cellad li ber serê şivên jibo infazê lihêvîya îşareta Emîrulmu’minîn bû. Di wê demê de Emîrulmu’minin berê xwe da şivên:
-Xorto! Te zanîbû ku tê bi ‘qisasî’ werê kuştin, te dikarîbû li me nevegerê, lewra ti kesî ne tu û nejî cihê te nasnedikir, vêca çi tiştî te anî vir da ku ‘qisas’ ji te were hilandin. Xort :
- Wefakarî bû, Wefakarî bû ya xelîfê pêxember! Wefakarîya bi soza ku min bi we re dabû. Resulê Xwedê gotîye: Nîşanê munafiqan sê tiştin: yek ji wan «dema soz bide soza xwe bicîh neyênê» yanî; bê wefabê. Di Quranê de jî hatîye gotin: «Soza xwe bicîh bînin, heçîka soz e, roja qîyametê mirov jê, tê berpisîyarkirin.» Û min nedixwest ez bibim yê ewil ji wan kesê ku di nava insanan de bê wefa bin...
Emîrulmu’minîn û yên li wir bi vê gotinê pir kêfxweş bûn. Di peyre berê xwe da Ebuzer; û jê re got: ya Ebazer! Ew çi tişt bû ku te kire kefîlê wî xortê ku te wî nasnedikir, û mimkin bû ku nehatiba, hinga ji ber vê kefaletê te yê jiyane xwe ji dest bida.
Ebuzer got: Însanitî bû ya Emîrelmu’minin! Heçîka ez bûm, min nedixwest ez bibim yê ewilê ku insanîyetê ji nava xelkê radikin û da qene neyê gotin: «însanîyet ji nav mirovan rabû ye.»
Xelîfê pêxember gotina xwe li ser nimetê Îslamê bi şûkrê Xwedê Teala timam kir, destê xwe bilindkir ji bo îşaretê bide cellad da ku «qisas» bête infazkirin, hemen demê de ji nav koma însana dengek bilind bû;
- Bisekine ya Xelîfê Pêxember.
Dîtin ewê ku gazî dike yek ji lawên wî merevê kuştî bû. Berê xwe da civatê û bi dengekî bilind:
- Ey serdarê bawermendan! Em ji mafê xweyî qisasiyetê derbas bûn, me qatilê bavê xwe efu kir.!
Lihember vê rewşê sitêrk ji çavê Hz. Umer ketin xwarê, xortê qatil û civate li wir dest bigirî kirin, ji ber vê menzereya îslamî ya xweşîk. Piştî kela dilê xwe danîn û nefsa wan hedinî Hz. Umer berê xwe da her sê kurê merivê kuştî û ji wan re got: Sebebê ku we qatilê bavê xwe efû kir çi bû?
Mezinê bira got: Hezjêkirin bû, ya Xelîfê pêxember! Hezjêkirin...
Birastî Qasidê Xwedê Teala gotîye: «Tişta hun ji xwe re di xwazin heta hun ji birayê xwe yî bawermend re nexwazin, we bitekûzî Îman neanîye.» Vêca em di dinyaê de hez ji jiyanê dikin, naxwe lazim e em hezbikin ku ev xort ji bijî.
Û da em nebin ji wan kesê ku hezkirinê ji nava însanan radikin.
Îhsan : Subhanellah.. Birastî Îslam ev bixwe ye.
Îman : Di îroyîn de, kanî ev însanîyet?
Îhsan : Ka bibêje Wefakarî li kû ma ye?.. Ev xortê nenas, yê werê da ku bê kuştin û karîbû nehata, lê belê tişta wî anî wefakarî bû, bicîhanîna sozê bû û jibo ku neête gotin wefakarî di nava însanan de nemaye, hat û serê xwe danî ber calladî.
Îslam : Eger hezjêkirina ku aniha derbasbûyî dinêv civatan de berdewambane, di vê dema me de evçend xwîn nedihat rijandin.
Îhsan : Îslam! Xwedê xêrê bidê te, birastî di dîroka Îslamê de ev buyereke mezin û rewşeke xweşîk e, em hêvî dikin ku li gorî wê em jîyana xwe bidomên in.
Îman : Em ji Xwedê Teala lave bikin ku Ellah c.c. me bi vê jiyanê bivejînê.
Melayê Esî
|
Bugün 30 ziyaretçi (33 klik) kişi burdaydı!
|
|
|
|