BAWERÎYA BI PEYXEMBERÊN XWEDAYÊ TEALA
Resûl:
Di luxetê erebî de: bi ma’na qasid e. Yanî; ê ku bi ragihandina tiştekî hatî fermanberkirin.
Di îstîlaha şer‘î de: Ji nava însanan, ew kesê ku ji bo ummeteke kafir, bi şerîeteke nû hatî şandin da ku wan misilman bikê û ji xelkê xwe re, bi ragihandina wê şerîetê hatî fermanberkirin.
Nebî: Peyxember e. Ya‘nî ew kesê ku şerîeta qasidê berîya xwe nujen dikê û bi wê şerîetê, di nav wê ummetê de pê emel dikê.
Pêşîyê resûlan (qasidan) Nuh –aleyhi,s-selam- e, yê paşî jî peyxemberê me; Hz. Muhemmed e –dirûd û silav lêbin -.
Xwedayê Te’ala di Qur’ana pîroz de weha gotîye: “Bê çawa Me wehîy ji Nuh û peyxemberên di pey wî re şandibû, bi rastî Me ji te re jî wehîy şand.”[1]
Dî Sehîha Buxarî de, derbarî şefa‘etê de, ji Enesê kurê Malik hatîye ragihandin ku Peyxember –dirûd û silav lêbin- gotîye: “Roja Qîyametê însan têne cem Adem –aleyhi,s-selam- da ku ji wan re mehderîyê bike. Adem –aleyhi,s-selam-, neçarîya xwe nîşan dide û weha dibêje: herin cem Nuh; ew Qasidê (resûlê) pêşî ye ku Xwedê ew ji bona mirovan hinartîye...” Ev Hedîs didê fêmkirin ku ewilê qasidan Hz. Nûh e.
Di derheqî peyxemberê me de Xwedayê Teala weha gotîye: “Muhemmed ne bavê tu kesî ji we ye, lêbelê Ew Qasidê Xweda û dawîlêanîyê peyxembera ne.”[2] Ev ayet û gelek ayetên din jî ku peyxemberê me (ji heyset hinartin ve) paşîkê resûl û peyxembera ne dide nîşandan.
Tu qewm derbas nebûye ku Xwedê Te’ala bi şerî‘etekî serbixwe qasidek ji wan re neşandibe, an jî ji bo nukirina şerî’eta qasidên berîya xwe peyxemberek jê re ne hinartibe.
Di vê derbarê de Xwedayê Teala ferman kirîye: “Birastî ji bo her gelekî Me Qasidek şand da ku Ellah Te’ala bihebînin û xwe ji taxutî dûrbixin.”[3]
Dî ayeteke dî de: “Çi umeteke ku heyî, misoger jê re hîşyarkerek (peyxember) hatıye.”[4]
Di ayeteke dî de: “Birastî Me Tewrata ku tê de serwextî (kifşkirina helel û heramî) û ronahî (zanîna bi heq û batilî) heye, daxistî ye. Peyxemberê ku xwe (ji hukmê Xwedê re) danîbûn, bi Tewratê dinav gelê yehûdî de hukim dikin.”[5]
Resûl: Beşer in, maxlûq in (aferandî ne), ji wan re tu teybetmendîyên xwedatî û rabbîtîyê tune ye. Xwedayê Te’ala derheqî peyxemberê xwe; Muhemmed –dirûd û silav lêbin- de ku ew, serwerê peyxemberan e û li cem Xwedê ji heyset şeref ve mezintirê wan e, gotîye: “Tu bibêje; ku ji tişta Xweda bixwaze pê ve ez ji xwe re ne xwedîyê tu kar û zîyanê me. Eger min bi tiştê nependî bizanbûna minê xêr zêde bikirane û xerabî jî nedgihişte min. Ez ji gelê ku bawerî tînin re bes hişyarkar û mizgînber im”. [6]
Di ayeteke din de: “Tu bibêje; ku Birastî ez, di destê min de tt tişt nîne; nedkarim nebaşîyê ji we (biqewirînim) û nejî başîyê ( bi we bigihînim). Tu bibêje; birastî (eger bêemrîya wî bikim) qet tu kes min ji Xwedayê Teala xelas nakê û ez ji wî pê ve tu penahgeheki jî peyda nakim.”[7]
Jiwan re teybetkarîyê beşerî hene. Mîna nexweşî, mirin û hewceyîya bibal xwarin û fexwarinê ve û xeynî van jî... Xwedayê Te’ala ji Hz. Îbrahîm –aleyhi,s-selam- re dema pesnê Xwedayê xwe dayî, xeber dide: “..Û ewê ku xwarin didê min û min av dide, dema ez nexweş kevim, vêca Ew min noşdar dikê. Û ewê ku min dimrîne û paşî min divejîn e.”[8]
Birastî Xwedayê Teala di dereceya wan ya herî bilind de û di radeya pesindayîna wan de, bi «bendeyê min» pesnê wan daye. Vêca di heqê Nuh –aleyhi,s-selam- de: “Birastî ew bendeyekî sipasdar bû (Xwedayê xwe pir dişêkirand).” Di heqê Peyxemberê me; Muhemmed –dirûd û silav lêbin- de: “Pîrozbe, ewê ku Furqan daxistîye ser bendeyê xwe (Muhemmed) da ku ji însanan re bibe hişyarker.”[9]
Û di heqê Hz. Îsayê –aleyhi,s-selam- kurê Meryemê de: “Ew her abdekî ku Me qencî lêkirîye û Me ji zaruyê Îsraîl re ew kirîye nimune.”[10]
BAWERÎYA BI RESÛLAN, ÇAR HUKMAN DI XWE DE DIGRE:
1. Em bawerbikin ku peyxembertîya wan ji teref Xwedayê Teala ve ye û heq e, rast e. Naxwe kesê peyxembertîya yekî ji wan înkar û mandal bike; wî înkara tevê peyxemberan kirîye. Herwekî Xwedayê Te’ala di Qurana pîroz de gotî: “Qewmê Nuh jî, resûlên Xwedê derewîn derxistin.”[11] Digel ku di wê demê de Nuh wek peyxember bi tenê bû û gelê wî ew tenê derewîn derdixistin, lêbelê di ayetê de ku Xwedayê Teala navê “resulan” bi gelemperî anîye, ev tê vê watê ku kesê yek resûlî înkar bike weke ku wî tevê resûlan (peyxemberan) înkar kirîye.
Li ser vê yekê ew fileh û cuhûyên ku Muhemmed –dirûd û silav lêbin- derewîn derdixin û nabine peyrewên wî; ewana, Îsayê kurê Meryemê û Mûsayê kurê Îmranî jî derewîn derdixin û ew nabine peyrewên peyxemberên xwe jî. Lewra Îsa –aleyhi,s-selam- mizgînîya hatina Muhemmed -dirûd û silav lêbin- dabû wan ku wek Qasid (peyxember) yê ji wan re bê şandin û Xwedayê Teala yê bi wî, wan ji şaşîyê rizgar bike û yê wan têxe ser rêya rastû-dirust.
Naxwe di dema me ya îroyîn de, ew ên ku dibêjin: Cihû û fileh ji muminan tên hesêbê û muwehhid in, bi vî rengî ew yê herin cennetê ne rast e. Heya ew bi peyxembertîya Muhemmed -dirûd û silav lêbin- bawerî neênin, ango ew nabin mominên (bawermendên) bi rîsaleta wî û bi kitêba ku jê re hatiye hinartin ew baweriyê neyênin ew nabine muwehhîd . Vêca kesê ne muwehhîd be naçê cennetê.
2. Pêwiste em bi wan pêxemberên ku navên wan di Quranê de hatî bi navên wan û ên ku navên wan ne hatîn jî bi hebûna wan bawerbikin.
Yên ku navên wan (ji peyxember û qasidan) di Quranê de hatin; 25 heb in.
Bavê mirovan; Adem, Îdrîs, Nûh, Hûd, Salîh, Îbrahîm, Lut, Îsmaîl, Îshaq, Ya’qûb, Yûsuf, Şû’eyb, Eyûb, Zul-kifil, Mûsa, Harûn, Dawûd, Suleyman, Îlyas, Îlyase’, Yûnus, Zekerîyya, Yehya, Îsa û Muhemmed -Selat û Selama Xwedê li ser tevan bê- ku paşîyê tevê Qasid û peyxemberan e.
Xwedayê Teala hinek li ser hinekan çêtir girtine. Bi îttîfaqa ummetê resûl (qasid) ji peyxemberan çêtir in. Qasid jî di nav xwe de hin ji hinan çêtir tên girtin. Çêtirê Resûlan “ûlul ‘ezm” in. Ew ji pênc (5) in:. Muhemmed, Nûh, Îbrahîm, Mûsa û Îsa ne -Selat û Selama Xwedê li wan bê-.
Ûlul-‘ezim: Ew peyxemberên ku bi sedem erka xwe, li biwara Xwedayê Teala û li pêşberî gelê xwe zor û zehmetî pir kêşandine.
Çêtirînê ûlul ‘ezma jî: peyxemberê me; Muhemmed Mustefa ye.
Ji bilî yên ku navên wan di Quranê de hat in jî, peyxember û qasid hene. Hejmara wan ji Xwedayê Teala pê ve tu kes nizanê. Herwekî ku Xwedayê Teala di Qurana pîroz de gotî: “Birastî me berîya te gelek peyxember şandine, Me hin ji wan ji te re bi nav kirin û hin ji wan jî Me bi nav nekirin (navên wan di quranê de Me diyar nekir).”[12]
3. Pêwiste bi tişta ku pê xeberdayîn û bi saxlemî gihiştibe me em pê bawerbikin.
4. Pêwiste em şerîeta Qasidê (peyxemberê) ku ji me re hatîye hinartin bikar bînin, ew jî, paşîyê peyxemberan; Muhemmed Mustefa ye. Ew ji tevê cîn û însanan re hatîye hinartin. Lewra Xwedayê Teala di Qurana Kerîm de gotîya: “(Ya Muhemmed!) Na, ez bi Xudayê te sond dixwim, heyanî ew di lecên navxwe de te nekin hekem û piştî hukimdayîna te, lazime di dilên xwe de laqî tengezarîkê jî nebin û ji biryara te dayî re heta bi dil û can teslîm nebin; ewan bawerî neanîye”.[13]
Tişta ji vê ayetê tê fêmkirin kesê bi hukimdayîna Pêxemberê axir zeman qîma xwe neyênê û bi tişta pê hukimkirî kêfxweş nebê wî îman neanîye.
FÊDEYÊN BAWERÎYA BI PEXEMBERAN
1- Em fêrbûn ku şîyandina peyxember û Qasidan, li ser bendeyê Wî rehmet û arîkarîya Xwedayê Teala ye ku rêya heq û rast nişî mirovan dane, ew serwext kirine da ku îbadetê Xwedayê xwe bi zanîn bikin û ji her nebaşiyê wan dûrxistine. . Lewra eqlê însên tenê ne bese di naskirina hukmên dînî yên İslamî de.
2- Liser mirovan pêwist e ku li ser vê qencîya mezin a ku Xwedê dayî wan şukr û sipasîya Xwedayê xwe bikin,.
3- Dîsa lazim hat ku ji tevê peyxember û qasidan -Selat û Selama Xwedê li wan bê- hezbikin û bi ya layîq û babetê wan e, wan bipesinênin. Lewra ew qasidê Xwedê ne; ji Xwedê re pir îbadet kirine, ebayê rîsaleta Xwedê wergirtine ,teblîxa dînê Xwedê kirine û li me pend û şîret kirine. Bi vî awayî wan di rêka Xwedê de, ji bona me gelek zor û derd kişandine.
|